DYE: Agirbesta di navbera Libnan û Îsraîlê de wê 45 rojên din bê dirêjkirin

Wezareta Karên Derve ya DYE’yê, piştî hevdîtinên li Washingtonê ragihand ku agirbesta di navbera Libnan û Îsraîlê de wê 45 rojên din bê dirêjkirin. Tevî agirbestê jî êrîşên dualî berdewam dikin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYE'yê Tommy Pigott, piştî hevdîtinên du rojî yên li Washingtonê diyar kir ku agirbesta di navbera Libnan û Îsraîlê de wê 45 rojên din bê dirêjkirin.

Pigott destnîşan kir ku agirbesta di 16’ê Avrêlê de hatibû ragihandin, bi armanca pêşketina di hevdîtinên siyasî de hatiye dirêjkirin û daxûyand ku qonaxa siyasî ya hevdîtinan wê di 2-3’yê Pûşperê de dîsa dest pê bike. Hat ragihandin ku hevdîtinên ewlehiyê jî wê di 29’ê Gulanê de li Pentagonê bi beşdariya şandeyên leşkerî bên kirin.

Tevî agirbesta ku di 17’ê Avrêlê de ketibû meriyetê, êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li ser Libnanê û avêtina roketan a Hizbullahê berdewam dikin. Li gorî rayedarên Libnanî, ji destpêka şer û vir ve di êrîşên Îsraîlê de herî kêm 2 hezar û 951 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Berdevkê artêşa Îsraîlê yê bi zimanê Erebî Avichay Adraee, ji bo hin herêmên li devera Sûrê ya li başûrê Libnanê banga valakirinê kir.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê jî ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser başûrê welat de herî kêm 37 kes birîndar bûne. Hat diyarkirin ku di nav birîndaran de xebatkarên tenduristiyê, jin û zarok jî hene.